Osman Özçelik : Rastaxaftın – Diksiyon

Ziman, li ser pêwistiya ragîhandinê û bi zarîkirina dengên xwezayê derketiye holê.

Mirov bi riya dengên bi pergal, hest û ramanên xwe yên ku bêdawî ne, radigihînin hevdu. Naxwe ziman bilêvkirina dengên bi pergal e.

Ji bo mirov hest û ramanên xwe bi awayekî rast ragihîne yên hember xwe; an yên hember xwe rast fam bike, divê axaftineke rast hebe. Heke ev hest û raman bi nivîskî hatibe ziman, wê gavê divê nivîs rast hatibe nivîsîn. Xwendin jî wisa.

Di xwezayê de, bêhejmar deng hene. Ev, dengên xam in. Ji ber ku mirov dikare her cûre dengan derînin, dikarin zarî her cûre dengên xwezayê bikin. Dengên xam, têra ragîhandineke teng dikin, belê têra axaftineke bi wate nakin û tevahiya dengên ku hene, di axaftinê de nayên bikaranîn. Di axaftinê de tenê nêzî 50 cûre deng tê bikar anîn.

Bilêvkirina dengan (Telafuz-Dîksîyon) mijareke girîng a ziman e. Her tîpek, her bêjeyek xwediyê dengekî xweser e. Ji bo axaftineke bi bandor, divê her tîp, her bêje û hevokên axaftinê rast were bilêvkirin, ji dengên xwe yên taybet bidûr nekevin.

Her ruhber (candar) dikarin dengan derînin. Belê her candar nikarin van dengan bi pergal ji bo ragîhandinê bikar bînin. Tenê mirov dikarin dengan; weke amûra lihevkirinê, ragihandinê û jihevfamkirinê bikar bînin.

Bikarîbûna axaftinê tenê di xwezaya mirovan de heye. Hêmanên axaftinê ya mirovan ji ya heywanan cudatir e. Anatomiya heywanan destûrê nade ku ew bikaribin mîna mirovan dengên niqirokî û perdekirî derînin. Ji ber vê çendê heywan nikarin dengên bi pergal derînin. Tenê dikarin dengên xam derînin ku ev rewş jî, têra axaftinê nake.

Di axaftinê de 11 hêmanên anatomiya mirovan rol distînin, çalak dibin.

Her du pişik, zengilor, qirik, jiyên deng, zimanok, ziman, ezmandev, diran, lêv, çeng û difin. Di xwezaya mirovan de ev hêman hemû bêkêmanî hene. Heke ji van hêmanan yek ne normal be, qalîteya axaftinê kêm dibe.

Ji bo mirov bikaribe dengên watedar, ango dengên bi pergal û watedar ên axaftinê derîne, pêwistî bi çar tiştên bingehîn heye: Pergaleke bêhnstendin û bêhndanê, guhekî normal, hişekî têrhêz û dorhêleke civakî.

Pergala bêhnstendin û bêhndanê: Her du pişik û zengilor in.

Guhekî normal: Ji ber ku axaftin, zarîkirin e, divê deng werin bihîstin ku mirov bikaribe zarî wan dengan bike. Mirovên jidayikbûnê ve nebihîz bin, hêza wan a axaftinê an nîn e, an bisînor e.

Hişekî têrhêz: Ji bo axaftinê pêwistî bi hişekî têrhêz heye. Hiş ew hêz e ku, mirov bi riya hiş dikare; bizanibe, dikare fam bike, dikare bûyeran ji hev derîne, dikare bûyeran şîrove bike, darizîne. Tiştên ku mirov jiyabe, hîn bûbe, hiş wan qeyd dike, hiltîne, vedişêre, tiştan di bîra mirov de dihêle û gava pêwistî

bi wan tiştan hebe, lê digere û di demeke pir kurt de dibîne û bikar tîne. Heke hêza hiş qels be, axaftin jî ewçendî qels, giran û kêmwate dibe.

Dorhêleke civakî: Ziman saziyeke civakî ye. Mirov bi xwezayeke ku ji axaftinê re amade, tê dinyayê. Belê, heke mirov jiyana xwe di nava civakekê de nedomîne, mirov bi tena serê xwe bijî, ew hêza axaftinê dernakeve holê. Hêz û bikarîbûna axaftinê veşartî dimîne. Hatiye dîtin ku, zarokên ne di nava civakê de mezin bûne, hînî axaftinê nebûne. Zarokên ku li daristanan ji aliyê lawiran ve hatine xwedîkirin, hînî axaftinê nebûne, nepeyivîne.

Hewaya ku bi bêhnstendinê di pişikên mirov de kom dibe, bi riya zengilorê tê qirikê. Jiyên deng ên di qirikê de, deng dilerizîne, hewaya lerizî ji wir tê devera zimanok. Zimanok jî, hewayê ber bi devera ku wê deng teşe bigre diajo. Heke wê deng, di valahiya dev de peyda bibe, zimanok riya difin digre û berê deng dide dev. Na, heke wê deng di riya qirik û difin de were der, zimanok riya dev digre û deng ber bi riya difin ve tê ajotin. Lêv, ziman, ezmandev, çeng û diran teşeya dawî, dide deng. Bi xwezayî, di vê pêvajoyê de, tevahiya biryaran aqil dide.

Di zanista zimanzaniyê de “Dengsazî” (fonetîk) cihekî girîng digire. Rastaxaftin bi dengsaziyê (fonetik) ve girêdayî ye. Dengsaziya kurdî bi giranî ahenga xwe ji xwezayê girtiye. Ji bo wê em dibêjin kurdî zimanekî organîk e.

Ji bo bilêvkirin û axaftineke rast û xweş: Divê hêmanên anatomiya mirovan hemî normal bin. Divê heqê her dengî rast bê dayin. Divê deng, ji cîderka rast were derxistin, dengên dirêj û yên kurt ji hevdu were cudakirin. Teql û derbdan (qirpandin) a dengan di cih de be. Divê tu deng neyên daqurtandin, her deng werin bilêvkirin. Divê tu bêje neyên daqurtandin, neyên xerabkirin, kêm neyên gotin. Divê hestên rast li peyvan û li dengan bête barkirin. Û divê axaftin zelal be, bête famkirin û guhdaran aciz neke.

Ji bo axaftineke rast divê axafêr, rê û rêzikên zimanê ku pê dipeyive jî qenc zanibe.

Di nivîseke din de, em ê li ser rastxwendin û rastnivîsînê rawestin.

05.07.2019 Amed