Osman Özçelik: Salvegera sihemîn a HEPê (IV)

Newroza Stenbolê ya 1991an, bi îhtîşama xwe li nav hemû kurdan deng vedabû. Bi Newrozê re deriyê qonaxaxeke nû li ber HEPê vebûbû. 

- Reklam -

Siyaseta kurdan a radîkal, dê têkoşîna legal a demokratîk ji nû ve binirxanda, dê bi nêrîneke nû nêzî HEPê bibûya. Li gor siyaseta radîkal, bi marîfeta Serokkomar Turgut Özal, dewletê wek alternatîfekê HEP ava kiribû. Dewletê dikarî HEP, li hember tevgera radîkal bikar bianiya. Naxwe diviya dest biavêtina vê tevgerê ku tevger ji bandora dewletê bihata rizgarkirin. 

Kongreya yekemîn a Stenbolê nêzîk dibû. Di alîkî de kadroyên kovara “Deng” ku wek derdora “Riya Azadî” dihatin naskirin; di alîkî de jî kadroyên rojnameya hefteyî ya “Yeni Ülke” (Welatê Nû) ku nêzî tevgera radîkal bû, dixwestin di rêveberiya Stenbolê de bi girani werin temsîlkirin.

Ji xebatkarên rojnameya “Yeni Ülke” İsmet Ateş, bi hevpeyvîna xwe ya bi Öcalan re, ya ku di rojnameyê de weşandibû, navdar bûbû. 

Di wan rojan de me navekî din nas kir. Cabbar Gezici. Cabbar, xwarziyê Ahmet Türk bû. Li gor gotina wî; li gundê Qesra Qenco şivantî dikir, dibistana seretayî ya gund qedandibû. Di pazdeh şazdeh saliya xwe de, bi şaşî ji ber keriyê pez hatiye desteserkirin, wek endamê PKK hatiye darizandin, heşt neh salan di hepsê de razaye, paşê hatiye berdan. Niha dixwaze siyaseta legal bike. 

Paşê me ê fam bikira ku dewlet, bi navê Cabbar Gezici li mîlîtanekî din geriyaye, ji ber hemnav û paşnavê wî, ev Cabbar girtine.

İsmet Ateş û Cabbar Gezici, bêyî rêveberiya me, ji bo serokatiya Stenbolê, navçe bi navçe li navekî radikal digerin ku di kongreyê de bidin pêş. Bi giranî rêveber û endamên navçeyan dibêjin, “Heke Osman Özçelik ji nû ve bibe berendamê serokatiyê, em ê wî destek bikin, em tu kesên din qebûl nakin.” 

Min bihîstibû ku gotiye,  “Baş e. Em ê paşê wî jî dayînin ser maseya emeliyatê” Lêgerîn û zordana wan bidome jî, bê encam dimîne. Hatin bi min re axifîn ku raya min fam bikin.

Ji tevger û lêgerînên van her du hevalan, gelek rêveber û endamên partiyê, dilnerihet, aciz bûbûn. Bi taybetî hevalên kurdên elewî û çepgir ku hejmara wan ne kêm bû, ditirsiyan ku partî bikeve bin kontrola tevgera radîkal. Ji niha de ew jî li rêyekê digeriyan, li derdora Ahmet Cihan civiyabûn. 

Ahmet Cihan, birayê Süleyman Cihanê serokê duyemîn ê TKP/ML-TİKKO bû. Süleyman Cihan jî, wek İbrahim Kaypakkaya yê avakarê TİKKO bi îşkencê hatibû kuştin. Bo wê, kurdên elewî û bi taybetî kurdên Dêrsimê, qedrê Ahmet Cihan digirtin. 

Min ji hevalên radikal re gotibû, “Partiya me teze, ciwan e. Ne wexta dubendiyê ye. Em partiyeke legal a girseyî ne, pêwistiya me bi her cureyên civakê heye, tevgera we partiyê teng dike. Divê em bi A. Cihan û hevalên wî re rûnin, bi lîsteyeke hevgirtî kongreya xwe lidar bixin. Tirsa min ew e ku li Stenbolê em parçe bibin.”

Hewldanên min û yên hevalên derdora Riya Azadî, ya ji bo amadekirina lîsteyeka hevgirtî encam neda. Hevalên radîkal, bi tundî tevdigeriyan. Di wê baweriyê de bûn ku, kî ne bi wan re bin, bi dewletê re ne. Digotin, “Em besî xwe ne, kî diçe bila biçe…” Dengê wan diçû wan hevalên derdora A. Cihan û her diçû aciziya wan zêdetir dibû. 

Bi eşkereyî diyar nekirina jî, hinek wekîlên me yên Stenbolê jî wek derdora A. Cihan difikirîn, ew jî ji hevalên radîkal aciz bûn.

Min bi Ahmet Cihan re çend hevdîtin kir. Min dît ku bi biryar in, dê bi lîsteyeke xweser beşdarî kongreyê bibin. “Em ne li hember serokatiya te ne, belê em nikarin bi wan hevalan re bimeşin” digot.

Êdî qenc zelal bûbû ku em ê ji hev veqetin. Nikarim bêjim ku ew ne welatparêz bûn, belê nasnava wan a yekem “çepgirî” bû. Nasnava min a sereke ne çepgirî, “welatparêzî” bû. Ez ê ne bi wan re bûma.

Pirtirên endamên me welatparêz bûn. Hevalên ku xwe radîkal nîşan didan, ji siyaseta legal dûr bûn. 

Di kongreya yekem a 12 ê Gulana 1991an (Bahçelievler-Zafer Sineması) de du lîste derketin. Serokê lîsteyekê ez, serokê lîsteya din Ahmet Cihan bû. 

Di Kongreyê de, çend hevalên me yên radikal (!) mîna fîlê ketibe nav bîstanê zebeşan, çi dihat ber wan dipeçiqandin. Bi qasî ku ez ji ber wan şerm bikim, tevdigeriyan. Li ser mîkrofona kursiyê, ne ajantî ne xayintiya berendamên lîsteya din, nedihîştin. Ji rexneyên siyasî bêtir, dest bi gefxwarinan kiribûn. Dizanim gelek endamên ku dê dengê xwe bidana lîsteya me, ji ber vê helwestê, dengên xwe dan lîsteya A. Cihan.

Lîsteya me biser ket. Belê ji ber nezaniya siyasetê, partî bû du şeqan. 

Lîsteya me wisa bû: Osman Özçelik, Ekrem Yıldız, Ahmet Soner, Ferda Çetin, Selim Okçuoğlu, Adnan Şenol, Kemal Yüksel, Selahattin Çelik, Cabbar Gezici, Mahmut Özgür, İbrahim Gürbüz, Mahmut Can, Tekin Fırat, Orhan Tural, Ömer Aşkara. 

Di civîna yekemin de Cabbar Gezici, wek sekreter; Adnan Şenol jî wek hesabgêr hatin hilbijartin.

Em hatibûn hilbijartin, belê em ne dilşad bûn. Ji berendam û piştgirên lîsteya A. Cihan, gelekan ji partiyê îstifa kirin. Ji wan hinek çûn SHPyê, hinek man serbixwe. Yên îstifa nekiribûn jî, têkiliyên xwe yên bi partiyê re cemidandin.

Cabbar ne wek sekreter, wek serokê partiyê tevdigeriya. Bêyî rêveberiyê; daxuyaniyên tûj dida çapemeniyê, li navçeyan civîn lidar dixist, bi endaman re pevdiçû. Li gor wî kî ne alîgirê “tevgera radîkal” bûya, bi ajantiyê tewanbar dikir, ji partiyê bidûr dixist. Li rexne û şiyarkirinên rêveberiya me guhdarî nedikir. Wisa dihesiband ku tenê ew û çend hevalên wî welatparêz, şoreşger bûn.

Kirêya avahiya me ya li Taksimê bi me giran dihat, pênc mehan me kirê nedabû. Naçar me li Beşiktaşê cihekî erzan kirê kir. (Xwediyê avahiya Taksimê, îcra danî ser dermanxaneya min. Di wê desttengiyê de, min di nava sê çar mehan de, ji kîsê xwe nêzî deh hezar dolar, da îcrayê.)

Hilbijartineke giştî ya pêşwext dixuya. Ji bo bikaribe beşdarî hilbijartinê bibe, diviya Partiyê kongreya xwe lidar bixista. İsmet Ateş û Cabbar Gezici bi çend hevalên xwe yên din re, dixwestin rêveberiya Navenda Partiyê jî bi dilê xwe saz bikin. Niha li Ankara di nav danûstandinan de bûn.

Beriya kongreya mezin a HEPê; Abdullah Baştürk îstifa kiribû, xebatên amadekariya kongreya DİSKê dimeşand. Baştürk, dê ji nû ve bibûya serokê DİSKê, dê bi rêya mahkemeyan mal û milkên sendîkayê, ku cûntaya Kenan Evren dest dabû ser, li sendîkayê vegeranda.

Cüneyt Canver jî îstifa kir. Cüneyt, parêzerekî jêhatî yê bi eslê xwe ereb bû, li Adana du caran li ser hev hatibû hilbijartin. Wekîlekî çalakvan ê kêrhatî yê Meclîsê bû. Dijî polîtîkayên Turgut Özal, qanûnên cûntayê û zilma leşker û waliyên dewletê muxalefeteke tund dikir, wek parêzvanekî mafê mirovan ji SHPyê îstîfa kiribû, bi me re dimeşiya.

Beriya Kongreya Mezin bi du rojan, di civîna Meclîsa Partiyê û serokbajaran de, “Rêya min a bi we re, ewqas!.. Li Adana bi piştgiriya kurdan ez du caran hatim hilbijartin, ez deyndarê kurdan bûm. Bawer dikim min deynê xwe da… Heke hûn ê min rexne bikin, di vê civînê de min rexne bikin, rica min ji we ev e ku hûn ê li paş min neaxifin,” got. Em hemî li ber îstifa wî ketibûn, me ew rexne nekir. Derket çû… Dê paşê beşdarî ANAPa Turgut Özal bibûya û piştî sê salan di ciwaniya xwe de, alîjiyan bibûya.

Wekîlê me yê din Kenan Sönmez jî, bi hinceta ku Partî ji rêya xwe ya destpêkê derdikeve, bêdeng îstifa kir.

Navbera Serokê Giştî Fehmi Işıklar û Sekreterê Giştî İbrahim Aksoy qet ne xweş bû, ji hev hez nedikirin. İ. Aksoy nêzî grûba Riya Azadî bû. Bi ya wî, kurdewariya F. Işıklar ne jidil bû. Di pirtûka “DEP Depremi-Weşanên Doruk-1995” ya rojnamevan Osman Ölmez de, me ê bixwenda ku; beriya kuştina Vedat Aydın, rojekê İ. Aksoy û Şerafettin Elçi li “Atatürk Orman Çiftliği” bi hev re xwarinê dixwin. Şerafettin gotiye, “Fehmi ajanê dewletê ye.” Tu nabêje, İ. Aksoy di wê baweriyê de êrîşî F. Işıklar dikir.

Bi rastî axaftinên F. Işıklar ên kurdewar li gor min jî zêde tûj bûn. F. Işıklar, rojekê ji Ankara telefon dabû min ku, dixwaze wek serokê Stenbolê bi min re sohbetekê bike. Li Çarşiya Beşiktaş li meyxaneyeke masîpêj em hatin ba hevdu. 

“Tu serokatiya min çawa dibînî? Dixwazim tu binirxînî û rexneyên te hebin, min rexne bikî,” gotibû. Min wisa bersîv dayê. “Başqan, ez ji serokatiya te razî me, belê tu wek yekî karker, sendîkalîst, çepgir tê naskirin. Tu kurdî an na, ew jî nayê zanîn. Divê tu ne wek kurdekî, wek çepgirekî dostê kurdan tevbigerî, em kurd têra xwe henin, kurdîtiyê ji me re bihêle. Tu demokrat tevbigerî bes e, gelek kes bi guman li tevgera te ya kurdewar mêze dikin.” Bersîva min ketibû serê wî. 

“Heta niha tu kesî wisa ez rexne nekiribûm, spas dikim… Çiqas tûj, tund biaxifim jî, zorê didin min ku, tûjtir biaxifim. Tu yekî aqlîselîm î, bo wê min xwest bi te re biaxifim,” got.

Piştî ku hevalên me bi SHPyê re hatin hilbijartin, F. Işıklar jî wek çend wekîlên me, li HEPê venegeriya. Di navberê de sih sal derbasbûn, min rojekê jî nebihîstiye ku F. Işıklar li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd û tevgera legal axifîye. Naxwe ajantiya wî ya dewletê, buxtaneke giran bû.

Ez û Vedat Aydın jî di nav de, em wek lijneya amadekirina lîsteya Meclîsa Partiyê hatibûn

peywirdarkirin. Kongreya mezin, di 8 û 9 ê meha pûşperê de lidar ket. Kongre, roja ewil bi coş derbas bûbû. Belê hejmara beşdaran ne bi qasî hêviyên me bû. Êvara roja yekemîn em (Meclisa Partiyê û serokbajar) li ser lîsteyê û amadekariyên roja duyemîn diaxifîn. İ. Aksoy dîsa dev diavêt F. Işıklar. Civîn qediyabû, em li ber belavbûnê bûn. İbrahim Aksoy mafê axaftinê girt.

“Serokê Giştî ji min re gotibû, ‘serokê Stenbolê di Newrozê de 70 milyon perê partiyê dizî, we rabû ji nû ve dizek wek serok hilbijart.’ Niha jî pesnê wî hevalê dide,” got.

Em hemî şaşwaz bûbûn. Di rojeva me de nirxandina Newrozê tune bû, çima tiştekî wisa digot, me fam nekiribû. Xwêdanê di derza pişta min de avêtibû. Bi xwînsarî li benda bersîva F. Işıklar mabûm.

Işıklar, “Naxwazim bêjim tu derewan dikî, belê nayê bîra min ku min tiştekî wisa gotiye. Heke min tiştekî wisa gotibûya, diviya we di cih de îtiraz bikira. Fikreke min a wisa hebûya, min ê li vir jî bigota. Ez jî, hevalên me hemû jî dizanin ku hevalê Osman di Newrozê de wek hemalan xebitî,” got. Xuyabû nedixwest vê polemîkê dirêj bike. Civîn qedand.

Ez pir êşiyabûm. Ji Serokê Giştî û Sekreterê Giştî yekî derew dikir. Diviya rastî derketa holê. Kê rast digot? Min ji Fehmî Işıklar bawer kiribû, belê min bersîva wî têrker nedîtibû. Min hêvî dikir ku bersîveke hişktir bide. Heke fikreke wî ya wisa hebûya, çima dê piştî Newrozê jî gelek caran pesnê min bida, fikrên xwe bi min re parve bikira. Niha jî di lijneya amadekirina lîsteya Meclîsa Partiyê de cih dabû min.

Di vê rewşê de, serokatiya Stenbolê nedihat domandin. Roja din min daxwaznameya îstifayê da serokê Dîwana Kongreyê. Min gotibû, “Ji ber şerd û mercên ku ez bi Serokê Giştî yê partiya me re, di nav ahengekê de bixebitim nemaye, ji serokatiya Stenbolê îstifa dikim. Endamtiya min a partiyê didome.”

Serokê Dîwanê İsmail Hakkı Önal got, “Dê daxwaznameya te were nirxandin.”

Di civîna rêveberiya Stenbolê de, ji min hat xwestin ku ez îstifa xwe şûnde bistînim. Biryara min teqez bû, min nikarî ev sûcbarî qebûl bikira. Heta dizê pereyên me yên Newrozê, ku Navenda Partiyê bûyer bincil kiribû, nehata dîtin, ez li kar venedigeriyam. Min ê rê neda sekreter û serokê partiyê ku navê min bikin mijara nakokiyên xwe. Diviya derewa yekî derketa holê û lêborîna xwe ji min bixwestina. Min çentê xwe hilda û ji partiyê derketim.

Her rojê rêveberiya navçeyekê dihatin mala min ku ez li partiyê vegerim. “Em dizanin neheqî li te hatiye, em ji te piştrast û razî ne, vegere,” digotin. Min ji ber israrên endam û rêveberan nekir der, Stenbol terikand, bi malbatî çûm havîngeha nasekî xwe.

Li havîngehê min bihîst ku Vedat Aydın hatiye kuştin. Dewletê serokê Amedê kuştibû. Diviya me nakokiyên navxweyî bida alîkî, diviya me bertek nîşan bida, partî bêxwedî nehişta. Di heman rojê de min zarokên xwe ji bahrê berhev kir, vegeriyam Stenbolê, çûm partiyê. Bi vegera min re hevalên me kêfxweş bûbûn.

Cenazeyê Vedat Aydın bi dehan hezar kesan dihat rakirin, Amed bûbû qada serhildanê. Dewletê êrîşî girseyê kir. 11 kes hatin kuştin, hejmara birîndaran û wendayiyan nedihat zanîn. Nexweşxaneya Amedê bi birîndaran ve dagirtîbû. Otobusa partiyê “EMEK-1” bi guleyên “Tîmên Taybet” ên bi rûpûş, bûbû wek seradê. Dîsa jî girseyê bi berxwedaneke mezin xwedîtî li cenaze kiribû, cenaze li Goristana Derê Mêrdîn hatibû veşartin.

Hilbijartinên Tevahî nêz dibû. Navenda Partiyê biryar dabû ku bi kadroya yekalî ya Stenbolê em ê nikaribin biser bikevin. İsmail Hakkı Önal (Sekreterê Giştî yê nû) bi rêveberiya me, bi kadroyên xeyidî yên ku têkiliyên xwe cemidandibûn û bi rêveberiya navçeyan re, rêzecivîn lidar xistibû. Di civîna rêveber û qadroyan de biryar hat dayîn ku rêveberiya me îstifa bike ku Navenda Partiyê lîsteyeke pirrengî û pirdengî ya nû peywirdar bike. Rêveberiya nû dê dest bi amadekirina kongreyên navçeyan bikira.

Di civîna berfireh a 9 ê Tebaxa 1991an de, bi yekdengî serokatiya min hat qebûlkirin. Derveyî min, rêveberiya nû bi hilbijartineke navxweyî saz bû. Heft navên nû; Ömer Faruk Kurt, Mustafa Aslan, Zeki Aktaş, Hatice Delice, Emine Ekerci, Leyla Yaşar, Davut Tımar û heft navên berê; Kemal Yüksel, Selahattin Çelik, Selim Okçuoğlu, Ahmet Soner, Cabbar Gezici, İbrahim Gürbüz, Mahmut Özgür di rêveberiyê de cih girtin. Navenda Partiyê listeya me pesend kir û bi fermî em hatin peywirdarkirin. 

Li gor ku ez ji nûve hatibûm peywirdarkirin, îdiaya İbrahim Aksoy vala derketibû. Min bawer kir ku ya rast Fehmi Işıklar gotibû. 

Li şûna Cabbar Gezici me Zeki Aktaş wek sekreter hilbijartibû. Belê Cabbar hîna wek serokê bajêr tevdigeriya, ferman dida endam û rêveberan, daxuyanî dida çapemeniyê.

Serokkomar Turgut Özal û Serokwezîr Mesut Yılmaz biryara hilbijartina giştî ya pêşwext dabûn. Dê hilbijartin di roja 27 ê Cotmehê de bûya. Turgut Özal fam kiribû ku li gor wê rojê dê HEP bikaribe beşdarî hilbijartinê bibe, roja hilbijartinê guhert, hefteyekê bi pêş de anî ku li gor wê rojê rêxistinbûna HEPê temam nebûbû. (Bi qasî ku tê bîra min, lîsteyên du beldeyên Şernexê dereng gihîştibûn ber destê serdozgeriya komarê) Di nav wekîlan de panîkek peyda bûbû, hemûyan dixwestin ji nû ve werin hilbijartin.

Partiyê bi tevahî nîqaşa “berendamên serbixwe” dikir. Hat bihîstin ku Ahmet Türk û Adnan Ekmen bêyî biryara partiyê, bi SHPyê re ketine nav têkiliyan; bi Hikmet Çetin û Fikri Sağlar re, hevdîtinan dikin. Gotine, “HEP biser neket, em dixwazin vegerin SHPyê, em ê li hêlîna xwe vegerin.” SHPyiyan ev pêşniyaz ji Erdal İnönü re gotine. İnönü pir kêfxweş bûye, gotiye em dikarin pênc şeş wekîltiyan bidin wan.

Fehmi Işıklar ji van bazariyan agahdar bûye. Bi qebûlkirina hevkariya SHPyê ew jî kêfxweş bûye, belê gotiye hûn nizanin bazariyan bikin, ew jî beşdarî civînên bazariyên bi SHPyê re bûye, huner û tecrubeya xwe ya sendîka DİSKê bikar aniye. İnönü tê razîkirin ku di lîsteyên xwe de cih bide çil pêncî endamên HEPê.

Mijar, di Meclîsa HEPê de hat nîqaşkirin. İbrahim Aksoy û hevalên xwe ev bazari bi tundî rexne dikirin, berendamtiyên serbixwe diparastin. Kesên ku dixwestin partî, bi RP (Refah Partisi) re bikeve hilbijartinê jî hebûn, belê RP red kiribû.

Meclîsa Partiyê weha biryar da: 1- Dê HEP, bi lîsteyên SHP yê beşdarî hilbijartinan bibe. 2- HEP di tesbîta berendamên xwe de, azad e. 3- HEP xwe fesix nake, bi SHPyê re hevkariya (îtifaq) hilbijartinê dike. 4- piştî hilbijartinê dê wekîlên HEPê li partiya xwe vegerin. 5- Zübeyir Aydar, Sırrı Sakık, Ahmet Türk, Adnan Ekmen û Feridun Yazar wek lijneya danûstendinên bi SHPyê re, hatin diyarkirin.

Lijneyê biryarên HEPê birin SHP yê. SHP şoq bûbû. E. İnönü gotibû, “Soza me ne weha bû, we ê partî fesix bikira û li mala xwe vegeriyana, we em xapandin.” İnönü bi şanazî meseleya îtifaqa bi HEPê re ji raya giştî re eşkere kiribû, niha di tengasiyê de hatibû zevtkirin, êdî nikarî şûnde gav biavêta jî. SHPyê lijneya HEPê red kir. Partiyê îcazet da F. Işıklar ku bi tena serê xwe hevdîtinan bidomîne.

SHPyê tenê li bajarên Kurdistanê cih da 31 endamên HEPê. Ji wan jî 21 kes hatin hilbijartin. İbrahim Aksoy û hevalên xwe serbixwe beşdarî hilbijartinan bûn, belê biser neketin. 

Bûyerên Meclîsê û têkiliyên bi SHPyê re, tê zanîn, ez ê behsa wan nekim.

Piştî hilbijartinê, di kongreya duyemîn a navendê (15.12.1991) de Feridun Yazar wek Serokê Giştî hat hilbijartin. Navenda Partiyê biryar dabû ku kongreyên bajaran werin nûkirin. Li Stenbolê jî amadekariyên kongreya derasayî destpê kiribû. Rêveber û endaman dixwestin ez serokatiya bajêr bidomînim, min qebûl nedikir. Ji bo min îkna bike Serokê Giştî yê nû Feridun Yazar, hat Stenbolê.

“Ez jî, hevalên me yên navendê jî dixwazin tu serokatiya Stenbolê bidomînî, tu nikarî xwe ji ber bar bidî alî,” got. 

Ez bi biryar bûm, min got, “Divê Cabbar Gezici bibe serokê bajêr.”

“Ew nikare bike… Ew jî dixwaze tu bibî serok.”

“Çima nikare? Xwe wek serokê partiyê dibîne û wisa tevdigere. Şiyarkirinên me pere nake. Dixwaze ez di vîtrînê de bim û ew serokatiye bike… Ez ne yê vîtrînê me. Dizanim roja ku dilê wî û hevalên wî bixwaze dikarin min ji serokatiyê daxin. Ya xwezayî Cabbar bibe serokê bajêr.”

“Em ê wî şiyar bikin.”

“Fêde nake. Pişta wî heye, ew bi wê pişta xwe bawer e. Diyar e ku wisa tê xwestin, kirinên wî di cih de tê dîtin.”

Di kongreyê de ez nebûm berendam. Lîsteyeke bi dilê Cabbar hat hilbijartin. Felemez Başboğa bu serokê Stenbolê. 

Piştî çend mehan Cabbar diçe pera ji karsazekî Stenbolê dixwaze, karsaz wî îxbar dike, Cabbar li ser sûc tê girtin, wî dişînin hepsa Tekirdağ. Di hepsê de Cabbarê me yê radîkal bû îtirafkar. Nêzî şêst navan dide dewletê ku ew nêzî rêxistina radîkal in. 

Cabbar tavilê hat berdan. Di demeke kurt de, çû Almanya. Navên ku wî dabûn hemû bi tawanbariya terorîzmê hatin darizandin. 

Dema Dadgeha Kanûna Bingehîn (Anayasa Mahkemesi) di 14 ê Tîrmeha 1993an de biryara girtina HEPê da, li gel hinek sedemên din, cih dabû îfadeyên Cabbar jî.

 

- Reklam -
gumgumok.com

gündem

Günay: Saray ve yandaşları hariç herkes geçim derdinde

HDP Sözcüsü Ebru Günay, haftalık olağan basın toplantısında güncel gelişmeleri değerlendirdi. Akdeniz’deki gerilim, ekonomik kriz ve Kürt sorununa dair...

Dolar Türkiye’de tüm zamanların en yüksek seviyesini gördü

Türk Lirası'nın, ABD Doları karşısındaki değer kaybı sürüyor. Dolar / TL kuru, 7,3758'i görerek, Türk Lirası karşısında tüm zamanların...

Yerine kayyum atanan Belediye Eşbaşkanı tutuklandı

31 Mart yerel seçimlerinde Yenişehir Belediyesi Eşbaşkanı seçilen İbrahim Çiçek, “örgüt üyesi” olduğu iddiasıyla çıkarıldığı mahkemece tutuklandı.  İçişleri Bakanlığı kararıyla...

Günay: Saray ve yandaşları hariç herkes geçim derdinde

HDP Sözcüsü Ebru Günay, haftalık olağan basın toplantısında güncel gelişmeleri değerlendirdi. Akdeniz’deki gerilim, ekonomik kriz ve Kürt sorununa dair...

Dolar Türkiye’de tüm zamanların en yüksek seviyesini gördü

Türk Lirası'nın, ABD Doları karşısındaki değer kaybı sürüyor. Dolar / TL kuru, 7,3758'i görerek, Türk Lirası karşısında tüm zamanların en yüksek değerine ulaştı. Kur, bugünkü...

Yerine kayyum atanan Belediye Eşbaşkanı tutuklandı

31 Mart yerel seçimlerinde Yenişehir Belediyesi Eşbaşkanı seçilen İbrahim Çiçek, “örgüt üyesi” olduğu iddiasıyla çıkarıldığı mahkemece tutuklandı.  İçişleri Bakanlığı kararıyla 13 Kasım 2019 tarihinde kayyum...

Li Colemêrgê binçav kirin

 Polîsan di çarçoveya lêpirsînekê ku tê gotin ku li dijî KCD’yê de, li Colemêrgê serê vê sibê bi ser malan de girtin û gelek...

Yanlış adrese baskın düzenlediler; önce darp, sonra tehdit ettiler

Diyarbakır’da evine baskın yaptıkları Süleyman Arıkan’ı darp eden polisler, bir süre sonra yanlış adrese geldiklerini fark ettiler ve bu kez de ‘şikayetçi olursan senin...

ilgili olabilecek haberler