Partiyên Kurdistanî ji bo kiryara qeyûman bang li civaka navdewletî kir

Partiyên Kurdistanî yên li Diyarbekirê bi daxuyaniyekê dijî destdanîna ser şaredariyên hersê bajarên bakurê Kurdistanê derketin û ew kiryar wekî koteda pênase kirin.

Partiyên Kurdistanî yên; Partiya Mirov û Azadiyan (PÎA), Komeleya Demokratîk a Şoreşgerî ya Kurd (DDKD), Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDK-T) li avahiya HDPê ya Diyarbekirê daxuyanî dan.

Di civîna çapemeniyê ya ku nûnerên KCD û parlamentarên HDPê jî beşdarî kirin de, hat gotin, “Em bi hincetên ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê nîşan dane û 3 şaredarên bajarên mezin ji kar hatine xistin û li şûna wan qeyûm hatine danîn, wekî derbeyeke xespkirina îradeya gel, dijî hiqûq û demokrasiyê dibînin.”

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê KKPê Sînan Çîftyurek ve hat xwendin de, kiryarên danîna qeyûman ên sala 2016an jî hatin bibîrxistin û hat gotin, “Deshilatdariya AKPê bi helwesta xwe ya xistiye holê nîşan dide ku ji demokrasiyê hêviya xwe birîye. Wisa dixuyê ku naxwazin li Tirkiyê demokrasî bê pêşxistin. Em wekî partî û pêkhateyên Kurdistanê, radigihînin ku em van kiryarên antî demokratîk û biryarên siyasî şermezar dikin û nas nakin. Ev biryara qeyûman darbeyeke ku li demokrasiya Tirkiyê û îradeya gelê me hatiye xistin.”

Herwiha partî û pêkhatiyên Kurdistanê diyar kirin ku ev ne pirsa HDP, tifaqa Kurdistanî ya hilbijartinê û gelê Kurd bixwe tenê ye û bang li raya giştî ya navdewletî, Komisyona Yekîtiya Ewropayê, Komîteya Rêveberiyên Herêmî ya YEyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin jî helwesteke zelal li hember biryara dewleta Tirkiyê nîşan bidin.

/pkurd/