Perlemana Kurdistanê xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê re dike

Perlemana Kurdistanê îro ji bo xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê dicive.

Li gor bernameya karê rûniştina Perlemanê, îro Perleman xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya sala bûrî de, di civîneke bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de projeyasaya çaksaziyê pesend kiribû û ji bo pesendkirina wê li Perlemanê jî, ew projeyasa bo Perlemana Kurdistanê hatibû şandin.

Projeyasaya çaksaziyê, ji bo çaksaziya di pirsên xaneşîn, mûçe, dermale û destkeftên din ên di karnemaya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê de ne.

Li gor karnemayê jî, di rûniştina Perlemanê de, dengdan li ser du projeyan de dibe, yekem taybet e bi madeyên hişbir û yên bandorên li ser mejî dikin dibe. Pejeya din jî, taybet e bi bone û rojên fermî yên pêkhateya Tirkmenî dibe.

/k24/