KURDÎ

Rejîma Îranê girtiyê Kurd li ber çavê girtiyên îdam kir

Hat ragihandin ku li girtîgeha bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî kurd li ber çavê girtiyên din hatiye bidarvekirin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengawê ragihand, îro danê sibê li girtîgeha Mehabadê girtiyekî kurd, ku ji ber kuştina kesekî bi îdamê hatibû mehkûmkirin, li nav hewşa girtîgehê û li ber çavê girtiyên din hat bidarvekirin.

Hat zanîn ku ew welatiyê kurd bi navê Weys Elîpûr xelkê gundê Şamat yê Mehabadê bû, çar sal berê li ser meseleya erd û zeviyan kesek kuştibû û hatibû girtin.

/peyamakurd/

Benzer Haberler

Serokwezîrê Iraqê: “Ji şehîdên Helebce re avrazî û nemiriyê dixwazim

nupel haber

Barzani: Hêvîdar im Newroz bibê destpêkek ji bo bexteweriya hemû xelkê Kurdistanê

nupel haber

Trump akademisyenê Kurd Şaho Seîd xelat kir

nupel haber

Baroya Amedê amedeye berpirsyariyê bigire

nupel haber

PDK pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumetê gotubêj dike

nupel haber

Protestoyên Êlekzeran bi awayekî qismî hatin qedexekirin.

nupel haber