Roja spora gelêrî li kampa penaberên Efrînê

Yekîtîya Sporê ya Herêma Efrînê bi hêvrêzî bi Desteya Ciwan û Sporê û Civata Kampa Serdemê re, Roja Sporê li kampa penaberên Efrînê li dar xist.

Pirtir ji 250 lîstikvan û hezkirîyên sporê ji nava penaberên Efrînê yên li Şehba di pêşbirkên Roja Sporê de beşdar bûn, û di lîskên cuda de hevrikîya hev kirin.

Dor vê Roja Sporê Hevseroka Yekîtîya Sporê Evîn Bîlal got; “Amadekarî ji mehekê de hatin kirin, ku navên beşdaran hatin tomar kirin û ew di xuleke rahênanê re derbaz bûn”.

Bîlal da zanîn ku lîstekvanên beşdar ji temanên cuda ne ji 14 salîyê heta 55 salî, her wiha ji herdu zayendan anku jin û mêr.

“Lîstekvan di pêşbirkên cuda de hatin hember hev, weke ben kişandin, beza 100 metir û 400 metir, her wiha meşa bi lez jibo 2 kîlo metiran”, Bîlal dîyar kir.

Çalakîyên Roja Sporê bi coş derbaz bûn, keça ciwan ya bi navê Nesrîn Simo kêfxweşîya xwe anî ziman û got: “Ez tevlî pêşbirka meşê bûm, ev çalakî fersendeke baş jibo me da ku di rewşa penabertîyê de sporê bilîzin, û fîtnêsa xwe pêş bixin”.

Her wiha jina bi navê Fethîye Qido ku li kapmê bi cih bûye dibîne: “Serkeftin yan binkeftin ne girîng e, bi qasî ku gel bi komel beşdar çalakîyên spore bibe û piştgirîya pêşbirkan bike”.

Di dawî Roja Sporê de tîm û lîstekvanên serkeftî hatin xelat kirin û mîdalî û dîyarî li wan hatin belav kirin.

/VOA/