Şandeya KNK’ê bi berpirsê giştî yê Goran re civiya

????????????????????????????????????

Şandeya KNK’ê di çarçoveya hevdîtinên ji bo yekîtiya gelê Kurd û kongreya netewî serdana berpirsê giştî yê Goran kir.

Di serdanê de behsa giringiya yekitiya hizb û aliyên siyasî ya hemberî metirsiyên li ser destkeftiyên gelê Kurd hate kirin.

Hevdîtinên şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Şandeya KNK li bajarê Silêmaniyê bi Berpirsê giştî yê Tevgera Goran Umerî Seyîd Elî re civiya.

Piştî civînê hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus daxûyaniyek çapemeniyê da. Ehmed got ku wana di civînê de behsa êrîş û metirsiyên li ser Kurdistanê kirine.

Ehmed diyarkir ku dijminê gelê Kurd dixwazin destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin, ji bo vê pêwîste Kurd ji bo parastina destkeftiyan xwedî helwestek hevbeş bin.

Endamê Tevgera Goran Birzo Mecîd jî axivî û da zanîn, divê hêzên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, hemberî metirsiyên ser gelê Kurd, yek bin. Birzo di dewamê de destnîşan kir ku wana balkêşaye ser yekitiya aliyên siyasî û doza Kurdan.

Birzo herî dawî got; “Dinavbera hizb û aliyên siyasî de hemahengiyek nîne, ji bo vê ev hinek caran ji bo lidarxistina bernameya kongreya netewa Kurdistanê dibe asteng. Ji bo vê me diyarkir ku danûstandina fikir dikare nakokiyan ji holê rake.”

/rojnews/