Şaredariya Kobanê bi projeyên xwe berdewam e

Şarederiya bajarê Kobanê kar û xebetê xwe berdewam dike û niha tevî rewşa di demsala Zivistanê de, dest bi serastkirina kolanan dike.

Şarederiya bajarê Kobanê di plana xwe ya sala 2020 an de dest bi serastkirina kolanên taxên bajêr dike, ku ji bilî çakirina rêyên sereke di nava bajêr de, kolanên taxên Kobanê yên nû û taxên rojavayê bajêr yên ku piştî şer hatina avakirin, amede dikin ji bo ku di destpêka demsala Buharê de qîr bikin.

Berpirsên beşê riyan di şarederiyê de diyar dikin, di van kolanan de ew rastî gelek astengiyan û zehmetiyan tên û neçar dimînin ku karê xwe rawistînin, ta ku kolan ji otombêlan vala bibin. Ev yek jî ji bilî ketina baran, seqem û sermê.

Tevî rewşa şer li Girê Sipî û Serê Kaniyê û gefên Tirkiyê li ser Kobanê, şarederiya bajêr karê xwe ranewestand, ev yek jî li cem welatiyan dibe cîhê.

/ridwan bezar- k24/