Trump: Destên min li hember Îranê negirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji Encûmena Pîran anko Senatê kir, nabe wê projeyasayê pesend bike, ku destê rêveberiya wî di bersivdana serbazî ya li hember Îranê de sînordar dike.

Donald Trump daxwaz ji endamên Komarî yên Encûmena Pîran ya Amerîka kir, deng nedin wê projeyê ku ji bo bersivdayîna serbazî ya Îranê desthilata îdareya wî sînordar dike.

Trump di twittekê de ragihand: “Ji bo asayişa welatê me, gelek girîng e ku Encûmena Pîran a Amerîkayê deng bi biryara ‘desthilata şer a Îranê’ nede.”

Trump dibêje: “Pêgeha Amerîkayê li hember Îranê gelek bihêz e, dema wê yekê nîne ku wê pêgehê lawaz nîşan bidin. Piraniya Amerîkiyan piştîvanî li êrîşa wan bo ser Qasim Silêmanî kir.”

Serokê Amerîkayê dibêje: “Eger destên min bihên girêdan, Îran dê derfeta pêngav û serkeftinan hebe.”

Donald Trump dibêje jî, pêngaveke weha li Encûmena Pîran, amajeyeke xirab e û tekez dike, Demokrat tenê wî karî dikin ku Komariyan şermezar bikin, lewra nabe Komarî rê bi karekî weha bidin.

Roja 9ê Çile (meha bihorî), Encûmena Nûneran a Amerîkayê deng da projebiryarekê ku armanc jê ew e, rê ji serokê welat bih girtin ku bêyî razîbûna Kongrêsê  hêza serbazî li dijî Îranê bikar bîne.

Tê çaverêkirin di çend rojên dahatî de, Senata Amerîkayê li ser vê mijarê bicive û biryara Encûmena Nûneran bixe dengdanê.

Komarî di Senatê de piranî ne, lê belê nayê zanîn ku têkildarî projeyasaya desthilatên şerê Îranê, dê piştgirî li pêngava Demokratan bikin an na.

/rudaw/