Ana Sayfa KURDÎ Trump li ser êrîşa keştiyên petrolê û aqûbeta Îranê axivî

Trump li ser êrîşa keştiyên petrolê û aqûbeta Îranê axivî

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrîşên ser keştiyên petrolê li Kendava Umanê da xuyakirin ku berpirsê wan êrîşan rêveberiya Îranê ye û bersiva pirsa ‘Çawa Îranê rawestînin?’ da.

Trump ji Fox News a Amerîkî re ragihand, berpirsê êrîşên ser herdu keştiyên tankerên petrolê rêveberiya Îranê ye û li ser pirsa ‘Hûnê Îranê çawa rawestînin?’ got, “Êmê bibînin.”

Trump destnîşan kir ku di destê wan de delîlên ku Îranê êrîş kiriye hene û diyar kir, dîmenên artêşa Amerîkayê belav kirine hene.

Serokê Amerîkayê li ser girtina Kendava Hurmuz ji çûnûhatina keştiyan re jî got, heger bê girtin jî ew dê ne demdirêj be.

Hêjayî gotinê ye, Artêşa Amerîkayê îro beyaniyê dîmenên yek ji keştiya rastî êrîşê hatibû û tê de mayînên neteqiyayî yên Supaya Pasavanên Îranê hebû belav kiribûn.

Fermandariya Hêzên Navendê yên Amerîkayê (CENTCOM) jî piştî bûyera keştiyan ragihandibû ku dema bûyer qewimî ye, ji tankera Altair li demjimêr 06.12 û ji tankera Kokuka Courgeous li demjimêr 07.00 daxwaza alîkariyê ji wan hatiye kirin.