Trump Şêwirmendê Asayîşa Netewî John Bolton ji kar avêt

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku wî Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Qesra Spî John Bolton ji kar dûr xistiye.

Trump, li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got:

“Şeva borî min ji John Bolton re got ku êdî pêdivî bi xizmeta wî li Qesra Spî nemaye. Heman wekî kesên di rêveberiya wî de, ez qet beşdarî pêşniyarên ku dikirin nedibûm û ji ber vê jî min karvekêşana wî xwest. Wî jî vê sibehê îstifaya xwe da.”

Trump da zanîn ku ew dê hefteya pêşiya me navê Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Qesra Spî yê nû eşkere bike.

Bolton ji Nîsna sala 2018an di erka Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Qesra Spî de pewirdar bû.

Ji roja ku Trump hatiye ser kar ango ji 2017an ve 4 Şêwirmendên Asayîşa Netewî yên Qesra Spî hatin guhertin.