UNICEFê li ser qutkirina ava Hesekê hişyarî da

Piştî qutkirina ava sentrala Elok li Rojhilatê bajarê Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyê ve, Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser mijarê daxuyanî da û ragihand ku qutkirina avê zarok û malbatên wan dixe xeteriyek ku nayê qebûlkirin.

- Reklam -

Di demekê de, ku bi sedema eger û tirsa belavbûna Virusa Koronayê, pêwîstiya xelkên Rojavayê Kurdistanê bi giştî, di nav de jî xelkên Cizîrê, bi ava pak heye, Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, qutkirina avê weke guşarekê li ser xelkên navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê bikar tînin.

Yekem car 24ê Sibata bûrî Artêşa Tirkiyê ava Wêstgeha Elok ji ser Hesekê, Til Temir û çend navçeyên din qut kir.

Piştî navbeynkariya Rûsyayê, ew wêstgeh kete kar û av hate peydakirin, lê niha careke din artêşa Tirkiyê û grûpên alîgirên wê ava Wêstgeha Elok qut kiriye.

Derbarê vê mijarê, Hevseroka Rêveberiya Avê li Herêma Hesekê, Sozdar Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Ji roja Şemiyê 21ê Adara 2020an ve, dibe duyemîn car, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar Wêstgeha Elok jikar dixin û avê ji ser bajarê Hesekê û çend deverên din qut dikin.

Sozdar Ehmed herwiha got: “Hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê derbarê vê mijarê, bê encam bûn, ji ber ku Rûsya tenê bi navbeynkariyê rabûye û ti guşar li ser Tirkiyê dirust nekiriye, êdî ev yek ji bo Tirkiyê derfetek bû ku armancên xwe li dijî xelkên wan navçeyan pêk bîne û astengî û zehmetiyan ji wan re dirust bike.”

Ev jî, di demekê de ye, ku ji ber koronayê, pêwîstiya xelkê bêhtir bi ava pak heye, lê ev gava qutkirina avê, ji aliyê Tirkiyê ve, dibe rêgir li ber peydakirina ava pak ji bo vexwarin û şûştinê.

Ehmed da zanîn ku wan dest bi belavkirina ava pak li nav taxan kiriye û wiha pê de çû: “Di vê proseyê de berdewam bin, û avê bi bê beramber, ango bê pere bi tanker û sîtêrên paqij digihînin malan û ew ava tenker û sîtêran berî ku bê belavkirin, tê ezmûnkirin û analîzkirin, ku bi awayekî pak bigihêje welatiyan.

Weke alternatîv jî, niha av ji bîrên Til Brak û Twêneyê tê wergirtin, ku berê jî bi rêya rêxistinên navdewletî hatibû tekezkirin ku ava wan bîran pak û paqij e.

Herwiha ew dê dest bi kolana bîran li nav taxan bikin.

Ji aliyê din ve UNICEFê li ser mijarê daxuyanî da û got: “Carek din stasyona Elokê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê hate rawestandin.Qutkirina avê xebatên pêşlîgirtina belavbûna vîrusa koronayê sînordar dike û zarok û malbatên wan dixe xeteriyek ku nayê qebûlkirin. Şûştina destan li dijî nexweşiya Covid-19 pêwîstiyeke girîng e.”

UNICEFê herwiha dibêje: “Divê heta rojekê zarokek bê ava paqijî nejî. Ava paqij û şûştina destan jiyanê rizgar dike. Bikaranîna avê ji bo destkeftiyên siyasî û leşkerî nayê qebûlkirin. Di serî de zarok azarên vê yekê dikşînin.”

Wêstgeha Elok, bi nêzîkî 10 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Serê Kaniyê, û çavkaniyên ava wêstgehê, 30 bîrên irtiwazî ne.

Di sala 2013an de, ew wêstgeh hate avakirin û rojane 175 hezar metre sêgoşe ava vexwarinê dida, lê niha li jêr destê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ye û bêhtir ji yek milyon kesî sûd ji wê avê dikir, lê Civaka Navdewletî ev mijar piştguh xistiye.

/rudaw/

- Reklam -

gündem

Putin: Ekonomiyi durduramayız, yıkıcı sonuçları olur

Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin, yeni tip Koronavirüs (Covid-19) salgınına ilişkin açıklamalarda bulundu. Gelecek iki üç haftanın süreci belirleyeceğini...

Hollanda, Kovid-19’la mücadele kapsamında insanları ‘dijital takibe almayı’ planlıyor

Hollanda hükümeti, yeni tip koronavirüsle (Kovid-19) mücadele kapsamında, insanları ve temasa geçtikleri kişileri dijital olarak takip edebilecekleri akıllı telefonlarda...

Evden çalışmanın dayanılmaz hafifliği

Koronavirüs büroları eve taşıdı. Yolda, trafikte, ayna karşısında harcanan zamandan tasarruf etmek, ev ortamının rahatlığı ve daha uzun uyuyabilmek...

Putin: Ekonomiyi durduramayız, yıkıcı sonuçları olur

Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin, yeni tip Koronavirüs (Covid-19) salgınına ilişkin açıklamalarda bulundu. Gelecek iki üç haftanın süreci belirleyeceğini...

Hollanda, Kovid-19’la mücadele kapsamında insanları ‘dijital takibe almayı’ planlıyor

Hollanda hükümeti, yeni tip koronavirüsle (Kovid-19) mücadele kapsamında, insanları ve temasa geçtikleri kişileri dijital olarak takip edebilecekleri akıllı telefonlarda kullanılacak bir uygulamayı hayata geçirmeye...

Evden çalışmanın dayanılmaz hafifliği

Koronavirüs büroları eve taşıdı. Yolda, trafikte, ayna karşısında harcanan zamandan tasarruf etmek, ev ortamının rahatlığı ve daha uzun uyuyabilmek pek çokları için paha biçilmez...

Beştaş: Düşman hukuku değil, insancıl hukuk istiyoruz

HDP Grup Başkanvekili Meral Danış Beştaş, 70 yaşındaki bir tutuklunun koronavirüsten hayatını kaybetmesinin cinayet olduğunu belirterek, “Hayat cezaevine sığmaz ve hukukun üstünlüğü herkes için...

Fransa ekonomisi Kovid-19 nedeniyle yüzde 6 daraldı

Fransa Merkez Bankası, Gayri Safi Yurtiçi Hasılanın (GSYH) yeni tip koronavirüs (Kovid-19) nedeniyle bu yılın ilk 3 ayında yüzde 6 gerilediğini açıkladı. Fransa Merkez Bankasından...

ilgili olabilecek haberler