Xwenîşanderên Îraqê daxwaz dikin tevaya berpirsên Îraqê dest ji kar vekişîn in

Xwenîşandan û nerazîbûnên Îraqê li bajarên Bexda, Nasirîye, Dîwanîye û Kerbela berdewamin û li Necef dû xwenîşnaderên din hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Hevdem xwenîşander daxwaz dikin tevaya berpirsên Îraqê dest ji kar vekişînin.

Amaje xuya dikin ku dest ji kar vekişandina serok wezîrê Îraqê, Adil Ebdûlmehdî dawîyê bi xwenîşandan û nerazîbûna xelkê Îraqê nahîne. Niha xelk daxwaz guhertina tevaya berpisan dikin û dibêjin: Ewên li piştî 2003yê ve hatine, pêwîste kes ji wan di desthelatê de nemîne.

Di evê çarçoveyê de, bi dehan hezar kes ji xwenîşanderan li bajarên Bexda, Necef, Nasirîye, Kerbela û çend bajarên din berdewan. Li Bexda, li taxa Beyai di dema veşartina termê yek ji xwenîşanderan dirûşmên dij bi Îranê gotin.

Yek ji xwenîşanderan dibêje: Mebest û armanca me welate. Em dixwazîn hemû biherin û ti kes ji wan nemîne, ew hemû dizin.

Li Kerbela jî, xwenîşanderan hewildan derîyê avahîya Civata Parêzgehê bişkînin û biçin di nava avahîyê de û di encam de pêkdadan di navbera wan û hêzên ewlekarîyê de rûda. Hevdem çend rêyên serekî yên parêzgehê ji alîyê xwenîşanderan hatin daxistin.

Li Necef jî, dû xwenîşander hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn û careka din jî, xwenîşanderan konsulxaneya Îranê li wî bajêrî şewitandin. Her yek ji fermandeya operasyonên Furata Naverast û hêzên ewlekarîyên Necefê pergala amadebaşîyê ragehandin.

/k24/